Ew bûka Daişê bû. Pir bi qîmet bû, ji hembêza emîran dernediket. Çekdaran ew li ser destê xwe digirtin. Kêfa ku di nava Daişê de didît, li Brîtanya nedît. Lê piştî li Reqa ji destê wê rêxistinê hate derxistin, êdî ne bûkanî ma, ne jî ew kêfa.
Ez behsa Şamîma Begum dikim. Di 15 saliya xwe de, ji Brîtanya lêxistibû çûbû Sûriyê û bûbû Daiş, niha temenê wê 19 salin. Lê niha êdî ne bûke, êdî girtiyeke û li kampa Hol dimîne.
Berê welatiya Brîtanya bû, lê brîtanya nasnameya welatê xwe ji wê stand.
Wezareta navxwe ya Brîtanya nameyeke fermî ji dayika Şamîma Begum re şand û got ku welatînameya Brîtanî ji Şamîma hatiye standin, ew jî ji ber ku ew bibû endam di nav rêxistina DAIŞê de.
Şamîma Begum ku niha li kampa Hole ku ji aliyê YPG ve tê kontrolkirin, ji brîtanya xwestibû ku vegere welatê xwe. Lê ji ber ku di axaftina xwe de negotibû ku ew poşman bû ye, hîn jî weke jineke Daişî lê tê temaşekirin.
Malbata Şamîma Begum bi xwe ji Bengladişê ye, lê ev çend sal bûn li Londonê dijiya. Di sala 2014 de ew û 2 hevalên xwe, malbata xwe xapandibûn û di ser Tirkiyê re çûbûne Sûryê.