Serrûpel Nûçe FOTO – Serok Barzanî ligel nûnerê Serokê Emerîka James Jaffrey rewşa Kurdên...

FOTO – Serok Barzanî ligel nûnerê Serokê Emerîka James Jaffrey rewşa Kurdên Sûriyê gotûbêj kir

Belav bike

Serok Mesûd Barzanî li bargeha xwe li Selahedîn pêşwaziya nûnerê serokê Emerîka James Jaffrey di hevpeymaniya di şerê li dijê Daişê de kir.

James Jeffrey her wiha berpirsê dosya Sûriyê ye di wezareta derve ya Emerîka de.

Du roja çarşemê êvarê 20.02.2019, Serok Mesûd Barzanî James Jeffery civiya ye.

Şanda Emerîkî her wiha ji cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê Karûbarê Rojhilata Navîn Joel Rayburn û Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê yê bi Wekalet û Endamên Tîma Amerîkî ya taybet bi Sûriye pêk hatibû.

 

Di hevdîtinê de bi dirêjî behsa Sûriyê û rewşa Kurdan hate kirin.

Serok Barzanî dilgiranî û pêşniyarên xwe li ser paşeroja Kurd li Sûriyê anî ziman û tekezî li ser hemahengî û karê hevbeş ya di navbera herdû aliyan de kir.

 

 

Barzanî daxwaz kir ku hemû aliyên kurdî li Sûriyê di proseya siyasî de cih bigirin û rojavayê Kurdistanê tenê ji aliyekî ve neyê hukumkirin.

James Jeffrey tekezî li ser hemahengîyê kir û di derbarê plan û projeyên xwe de agahî dane serok Barzanî.