Teqîneke mezin bi otmbîleke bombekirî li navenda bajarê Efrînê çêbû, di encaman de bi dehan kes bûne qurbanî.
Teqîn li ceda Vêlat nêzîkî nexweşxaneya Dêrsîm li navenda bajarê Efîrnê çêbû, û li gorî agahiyên destpêkî bi dehan kes hatine kuştin û birîdnarkirin, di nav wan de hejmarek ji çekdarên opozisyonê û kesên sivîl hene.
Heta niha tu aliyek xwedî li wê teqînê derneketiye.
Herwiha îro teqînek li bingeheke serbazî ya YPGê li Kobanê çêbû.Teqîn li bingeha Istixbaratê ya YPGê li gundê Kor-Pîngarê ku 7 kilomitran ji Kobanê dûre çêbû.
Li gorî çavkaniyeke taybet di wê teqînê de, 4 şervanên YPGê û sivîlekî 15 salî jiyana xwe jidest dane.
Ew teqîn çawa çêbûye, kî li pişte, heta niha ne diyar e.