Li gundê Tirindê, gundekî Efrînê ye, çekdaran êrîşî welatiyê Kurd Şêxê Simo kirin, lêxistin û çi pereyên pêre hebûn (8500 lîreyên sûrî), tevî mobîla bi zorê jê standin û çûn.
Îhtîmaleke mezin heye ku çekdarên Nûredîn Zengî êrîş kiribin, ji ber ku mala ku ew çekdar têde dimînin, li kêleka mala wî ye.