Serrûpel Nûçe ENKS: Çekdarên PYD endamekî PDK-S revand û îşkence kir

ENKS: Çekdarên PYD endamekî PDK-S revand û îşkence kir

Belav bike

Encumena Niştimanî ya Kurd ya Sûriyê (ENKS) ragihand, çekdarên PYDê endamekî PDK-Sê revandin û îşkence kirin paşê jî ji Rojavayê Kurdistanê derxistin û avêtine ser sînorê başûrê Kurdistanê.

Emîndariya Giştî ya ENKS) di daxuyaniyekê de ragihand, roja 5  girûpeke çekdar a ser bi PYDê ve endamê komîteya herêmî ya Partiya Demkrat a Kurdistanê – Sûriya (PDK-S) Cinêd Seyid Mecîd ji pêşiya mala wî li bajarokê Girkî Legê revandin û ji bo cihekî nediyar birin û bi şêweyekî hovane ew eşkence kirin.

ENKS bang li PYD kir ku dev ji van kiryarên xwe berde û ji dezgehên navdewletî jî daxwaz kir ku rê li ber kiryarn PYD bigirin.