Serrûpel Nûçe Vîdyo – Keça Kurd Reşa di 7 saliya xwe de hatibû revandin...

Vîdyo – Keça Kurd Reşa di 7 saliya xwe de hatibû revandin li Beyrûtê hate dîtin

Belav bike

Sal 2007 bû. Ew keçika zarok jî 7 salî bû. Biçûk bû, tevî malbata xwe li Şamê bû.

Navê wê Reşa Nezîr Keleş bû.

Dema ku ji mal derketibû û çûbû dibistanê, sefa yekê bû, bi rê ve hatibû revandin.

Zarokên dibistanê hemû vegeriyabûn mal, ew nehatibû, malbata wê lê geriya bû, li li nexweşxaneyan, li dibistanan, li hotêlan, tu derek nehîştin, lê keça xwe nedîtibûn.

Hikûmetê jî ji wan re gotibû ku ew hatiye revandin.

Lê malbata wê hêviya xwe qut nekir. Berî demekê xeberek ji wan re hat ku keç li Libnanê li bajarê Beyrûtê ye.

Birayekî wî çû Libnanê ji bo ku xuşka xwe bibîne, ji hikek îşaretên li ser bedena wê nas dike ku xuşka wî ye, lê nikare bîne.

Niha temenê wê 19 sal in û navê wê jî kirine Necme. Kurdî ji bîr kiriye, tenê bi erebî diaxife.