Duh roja sêşemê saat 11.50 deqe, berî nîvro li banka Sera û li cihê herî qerebalix li nava bajêr, 3 karmendên nexweşxaneyê û şofêrek bi ambulansa nexweşxanê, zêdetirî mîlyarek dînar wergirtine. Li taxa Melkendî, 4 çekdarên dev û rûyê wan girtî, bi cilên reş, rê li wan digirin, bi sîlehê çamên ambulansê dişînin, jine û 2 zilanên di ambulansê de davêjin derve, ambulana pere dagirtî û şofêrê wê bi xwe re dibin û diçin.
Piştre şofêr û ambulansê li cem Goristana mesîhiyan davêijn, peran direvînin û wenda dibin.
Diz hatine girtin, lê berpirsekî Tevgera Gorran dibêje, ihtîmaleke mezin heye, destê asayîşa Silêmanî di wê dizînê de hebe.