Roja 23yê adarê, li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê fermandarê serbazî yên hêzên Partiya Komunîsta Markisîst Lelînîst ya Tirkiyê ku weke MLKP tê naskirin hat terorkirin.
Li gor Medyaya ser bi PKKê ve, Baran Serhat, ku navê wî yê rasteqîn Bayram Namaz e, di teqîna otobobîlekê de hatiye kuştin.
Otomobîla fermandarê komunîst yê navborî ku endamê komîteya Navendî ya wê partiyê bû, hatibû bombekirin, û dema ku serê sibehê li otomobîla xwe siwar bûbû, otomobîl pê de teqiyabû, ew hatibû kuştin û kesekî ku ligel wî bû birîndar bûbû.
Li gor daxuyaniyekê partiya MLKP, ew fermandarê serbazî li ser destê hêzên Tirkiyê hatiye terorkirin.