Qaymeqamê Şengalê Mehma Xelîl ji malpera PDK re ragihand ku PKK tenê ji darê zorê fêm dike, heta ku darê zorê nebe PKK ji Şengalê dernakeve.
Berî niha artêşa Iraqê 3 roj mohlet dabû PKKê ji bo ku hêzên xwe ji Şengalê derxîne lê çend roj derbas bûn û ew hîn ji Şengalê derneketiye.
Xelîl got PKK guh nade mohlet û qanûnan, ew tenê ji şer fêm dike, ji ber wê jî heta bi darê zorê nebe PKK ji Şengalê dernakeve.
Qaymeqam Şengalê diyar kir ku xelkê Şengalê ji tirsa PKKê newêre vegre deverên xwe û çi dibe bila bibe divê hikûmeta Iraqê, PKKê ji Şengalê derxîne.