Li gundekî bakurê Kurdistanê, di navbera çavdêrên sindoqên dengdanê de şer derket, 2 kes hatine kuştin.
Îro serê sibê zû li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji bo hilbijartinên şaredariyan dengdanê dest pê kir.
Li gundê Bolunmez yê navçeya Puturge li bajarê Meletî yê bakurê Kurdistanê, li ser sindoqa hilbijartina muxtarê gund di navbera çavdêran de şer derket.
Di wî şerî de 2 çavdêr hatin kuştin û ew kesê ku ew çavdêr kuştibûn jî hat girtin.