Serok Barzanî di vekirina fuara pirtûka de li Hewlêrê bal kişande ser derengxistina avakirina hikûmeta Kurdistanê û got, wan gelekî sebir kirin, lê êdî ji vê deqê û pêve ew saniyekê jî li bendê namînin.
Got: “Me gelekî sebir kir û me gelek derfet da hemû aliyan, ji bo ku hikûmet ji hemû aliyên serkevtî yên hilbijartinê pêk bê, lê belê em niha gihîştine qonaxekê ku çênabe em li bendê bimînin û ti hincetek jî nemaye. Dema çaverêbûnê bi dawî hat û parlamento wê dest bi tedbîrên pêwîst bike ji bo hilbijartina Serokê Herêmê û erkdarkirina serokwezîr. Em hêvî dikin hikûmet ji aliyê hemû aliyan ve pêk were, lê bi zelalî dibêjim, ji îro şûnde em saniyeyeke din li bendê namînin.”