Serrûpel Nûçe “PYD siyseta yekpartî dimeşîne”

“PYD siyseta yekpartî dimeşîne”

Belav bike

Sekreterê Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Hemîd Hec Derwêş di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Sûrî El Weten, got Emerîka tu garantî nedane HSD û ew tenê li berjewendiya xwe difikire û mafê gelê Kurd li Sûriyê nafikire û ne di hesabê wê de ye jî.

Her wiha got, ew ditirse ku rewşa Efrînê weke ya Lîwa Iskenderûn be (parêzgeheke Sûriyê ye, sala 1939 Tirkiyê dest danî ser), di destê Tirkiyê de bimîne.

Hemîd Hec Derwêş, ku yek ji damezirûnerên yekemîn partiya kurdî ye li Sûriyê got, divê dewleta pirsa kurd çareser bike û ji serokê Sûriyê Esed jê xwest ji bo Kongryeke Netewî Sûrî amadekariyan bike, hemû pêkhateyên Sûrî têde beşdar bibin.

Her wiha got, Emerîka ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe alîkariya HSD (QSD) dike û tecrubeya Kurdan bi Emerîka re xerab e, Emerîka Kurd (Mistefa Barzanî) di destê Şahê Îranê de bi tenê hîştin.

Hemîd Hec Derwêş ji PYD jî xwest ku dawîya li siyaseta xwe ya yekalî bîne, dev ji sîlehê berde û siyasetê bike û ji ber vê yekê wan di nava rêveberiya xweser de cih negirtin, ji ber ku baweriya wan bi siyseta yekpartî tune ye, ku PYD ferz kiriye.