Stêrka Hollywoodê Sarah Jessica Parker hemû mafên yasayî yên pirtûka Demirtaş kirîn.
Nivîskarê Kurd Kanî Xulam di rojnameya Jerusalem Postê de nivîsand ku Sarah Jessica Parker hemû mafên pirtûka çîrokan a Demirtaş ‘Seher’ kirîne.
Pirtûka Demirtaş a bi navê ‘Seher’ wê roja 23yê Nîsanê li Amerîka ji aliyê weşanxaneya Parker SJP fo Hogarth ve were belavkirin.