Li Almanya, 5 endamên PKKê bi tohmeta revandin û lêdana kesekî, hatin girtin û dadgehîkirin.
Li gorî medyaya Almanya, 5 endamên PKKê (yek ji wan jin e) yên ku beriya niha li bajarê Stuttgart yê Almanya bi tometa revandin û lêdana endamekî berê yê PKKê hatibûn girtin, duhî derketin pêşberî dadgehê.
Di dadgehê de hat gotin ku wan endamên PKKê xwastine bizanin ka ew endamê berê yê PKKê ji îstixbarata Almanya re kar dike yan na, ji ber wê jî li wî dane û hinek dirav jî jê standine.
Parêzerên tohmetbaran jî dibêjin, wî kesî ew çîrok ji bo wergirtina mafê penaberiyê çêkiriye!
Dadgeha Stuttgartê rûniştina dadgehê bo roja 8 Gulana îsal paş xist. (Basnews)