Serrûpel Nûçe Cejna Êzdiyan “Çarşema Sor” çi ye?

Cejna Êzdiyan “Çarşema Sor” çi ye?

Belav bike

Çarşema Sor cejna êzdiyan ya herî naskirî ye. Her sal, di yekemîn çarşema meha nîsanê ya bi gor salnama kevin de tê pîrozkirin. Bi gor baweriya êzdiya, Xwedayê alemîn her sal melekekî rê dike ruyê erdê, ji bo ku nebaşiya li nav însanan ji holê rake û başî di nav însanan de belav bibe. Her weha daweta êzdiya jî piranî di Çarşema Sor de, tê pêkanîn[çavkanî pêwîst e].

cejina Çarşema Sor cejina herî mezin e di nav civaka Êizdî de. Ev cejin her sal di çarşema berî ya meha Nîsanê tê pîroz kirin. li gorî ola Êzidî di çarşema berî ya meha Nîsanê de kinyat yan jî gerdûn hatiya avakirin. di vê cejinê de civaka Êzidî hêka dikelînin û renge reng dikin, ew hêk jî temsîla nû avakirina gerdûnê dikin. Di aliyê zanistî de ji dibêjin ku diniya yan jî gerdûn piştî teqîna mezin ku bi zimanê Ingilîzî dibêjinê (Big Bang) pêkhat gerdûn hat avakirin. Civaka Êzidî bi hezarên sla vê cejinê pîroz dike. Vê civakê beriya her kesî şekl û çawa avakirina gerdûnê dizanîn. di cejina Çarşema sor de civaka Êzidî hêkan dikelînin ji ber ku heye hêk neyê kelandin wek di hundirê hêkê dê şeklê gerdûnê çênabe. ji ber vê yekê divê hêk bê kelandin ji bo ku şeklê gerdûnê bide. wek tê zanîn di nav hêkê de şeklê rojê jî heye, ew jî zerka hêkê ye. serê sibeha cejinê her kes zû ji xew radibe û berê xwe dide rojê ji bo hemû diniyayê ibadet dike, piştî wê ji bo mêhvana serbir tê serjêkirin û şîrnahî tê belavkirin û hêk bi hemû rengan tên rengkitin ji ber ku dema gerdûn hat avakirin her der bi gulên renge reng hat xemlandin. serê sibê her kes berê xwe dide çolê kulîlkên sor berhev dike û dibe mal di gel qalikên hêka bi deriyê malê ve dikin wata vê yekê jî, ji bo ku ji her êrîşê bên parastin. her wisa di roja cejinê de qalikên hêkê her kes dibe nav dexil û danê xwe ji bo ku Xwedê berket bavêje nav. serê sibê yên ku miriyê wan yên nû jiyana xwe ji destabine hene diçin ber mezagehên xwe yên pîroz û serdana miriyên xwe dikin, her wisa xwarinê dibin li wir belav dikin. di roja cejinê de nabê kes biçe ser karê xwe. her wisa di meha nîsanê de nabê kes bizewice rêzgirtin ji meha pîroz a nîzanê re. (jêder: Wikipedia)