Serrûpel Nûçe General Mezlûm Kobanî: Nemir Barzanî rêberê şoreşa gelê kurd bû

General Mezlûm Kobanî: Nemir Barzanî rêberê şoreşa gelê kurd bû

Belav bike

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Kobanî di hevpeyvînekê da ligel televîzyoneke Amerîkayê dibeje Nemir Mela Mistefa Barzanî rêberê şoreş kurdan bû

Piştî bi dawî bûna desthilata DAIŞê li Sûriyê televizyona Elhurre ya Amerîkayê ligel Fermandarê Giştî yê HSDê General Mazlûm Kobanî hevpeyvînek kiriye û hevpeyvîn di 1ê Nîsanê da belav bûye. General Mazlûm Kobanî di beşeke hevpeyvîna xwe de behsa Nemir Mela Mistefa Barzanî kiriye û gotiye yekem kesê pirsa kurdî bi cîhanê daye nasandin Mela Mistefa bûye û Nemir Barzanî rêberê şoreşa kurdan bûye.

Herwiha General Mazlûm Kobanî herwiha beha Şoreşa Îlonê rêkeftina Nemir Mela Mistefa a ligel Bexdaynê 11ê Adara 1974an jî kiriye û gotiye rejima Iraqê beramber Nemir Mela Mistefa Barzanî durist nebûye û ew rêkeftin bi cî aniye.

Serkirdeyê leşkerî yê Rojavayê Kurdistanê General Kobanî herwiha daye zanîn ku di encama şoreş û tevgara rizgarîxwaziya kurdî a Nemir Mela Mistefa Barzanî pêşengî lê dikir gelek destkeftiyên dîrokî bo kurdan bidest xistine.

Di destpêka hevpeyvîna xwe da General Mazlûm Kobanî rexne li hêzên hevpeymaniya navdewletî kiriye û gotiye hêzên hevpeymaniya navdewletî di serdema xwe da Nemir Mela Mistefa Barzanî bi cî hiştine û ew çaverêyî wê yekê jî dikin ku hêzên hevpeymaniya navdewletî rojekê leşkerên xwe ji Rojavayê Kurdistanê bikşînin.

Piştî bi dawîbûna şerê DAIŞê li Sûriyê li ser destê HSDê û hevpeymaniya navdewletî gelek fermandarên serbazî yên navdewletî spasiyên xwe bo General Mazlûm Kobanî anîn ziman û aşkere kiribûn ku Kobanî fermandarekî serkeftî ye û roleke mezin lîstiye di şerê li dijî DAIŞê da li Sûriyê.  (Basnews)