Serrûpel Nûçe Frensa ENKS û PYD li hev tîne

Frensa ENKS û PYD li hev tîne

Belav bike

Berpirsê Rêvebir ê Polîtburoya PDK-Sê Mihemed Îsmaîl beşdarî bernameya “Rojev” a Kurdistan24ê bû û li Destpêşxeriya Fransa ya nêzîkahiya ENKS û PYD ragihand, her nêzîkbûnek di navbera ENKS û PYDê de pêwîstî bi gerentîkareke navdewletî heye. Franse welatekî bihêz û girîng e û hewl dide vê gerentiyê bide. Em wek ENKSê vê destpêşxeriyê bi erênî dinirxînin.

Herwiha got: Me nerîn û helwesta xwe ji Fransê re nîşan da û me got, divê heyamek amade bibe, girtiyên siyasî bên berdan, jiyana siyasî asayî bibe, nivîsgehên ENKSê û partiyên bên vekirin wek nîşandana niyazekê ji nêzîkbûnê re.

Fransa dê li nerîna her du aliyan binêre û  dema amadehî ji her du aliyan ve hebe. Wê demê em wek ENKS bi hebûna aliyekî gerentîkar û heyameke baş, emê li ser masaye guftûgoyan rûnin, ta bigihin çareseriyekê.

Aşkere kir jî, berî demekê Fransa bi şandeke ENKS û PYDê re ji bo guhdarîkirina li nerîna her du aliyan civiyabû. Fransa niha li benda amadehiya her du aliyan e ku ji destpêşxeriya wê re bibêjin belê, ta ji piştî wê yekê qonaxa danûstandinan destpê bibe.

Amaje bi wê yekê jî kir, hêviya gelê me li ser yekrêziyê mezin e û girîng e ragihandina Kurdî jî karibe bizaveke yekhelwestiyê bigire dest. Niha metirsiya vegera rêjîma Sûriyê ji bo herêmên Rojavayê Kurdistanê heye û ji aliyekî din ve gefên Tirkiyê û mîlîşyayên pê re jî hene, ya baş ew e ku pêkhateyên deverê bi hev re ezmûneke hevbeş çê bikin û rêkeftin di warên siyasî, îdarî û leşkerî de pêk bînin, ne ku aliyek kontrola her tişt bike. Ev hêviya gelê me ye, herwiha ev nerîna ENKSê ye jî.

Li ser pêkanîna herêma ewle got: heta niha şêwazê pêkanîna herêma ewle ne zelal e, lê hemû aliyên pêwendîdar bi pirsa avakirina vê herêmê, qebûl nakin ku rola sereke ya PYDê be, ji ber vê heger rêkeftineke Kurdî – Kurdî çê bibe. K24