Serrûpel Nûçe Wekîl Mistefayêv li Hewlêrê hate veşartin

Wekîl Mistefayêv li Hewlêrê hate veşartin

Belav bike

Serokê Kurdistana Sor Wekîl Mistefayêv, li Hewlêrê hate veşartin.

 

Saat 15.00 merasîma fermî ya veşartina Wekîl Mistefayêv li Hola Saad Ebdulrehman destpê kir û piştre li Goristana Şêx Ehmed li Hewlêrê hate veşartin.

 

Temenê Wekîl Mistefayev 81 sal bûn, wî di hemû jiyana xwe de ji bo serxwebûna Kurdistanê kar kiribû.

Berî wefat bike gotibû, min nikarîbû azadiya Başûrê Kurdistanê bibînim, termê min li wir veşêrin.

Wekîl Mistefayêv

  • Sala 1938 li welatê Ozbakistanê ji dayik bûbû
  • Malbata wî ji Qefqasê ji bo Rojhilata Navîn hatibû sirgûnkirin
  • Sala 1967 kolêja huqûqê li zanîngeha Kirgizistanê tema kiribû
  • Serokê Şaredariya bajarê Oshê yê Kirgizistanê bû
  • Sala 1991 damezrandina “Kurdistana Sor” ragihand
  • Piştî hilweşandina Yekîtiya Soviyetê koçberî Îtalya bûbû
  • Pirtûkek derbarê Kurdistanê de bi navê Kurdistana Qefqaz nivîsandibû
  • Wekîl Mistefayêv di 1904.2019an de wefat kiribû