Serrûpel Nûçe Parlamenterê HDP: Kurd vê carê dikarin bi şert dengê xwe bidin AKP

Parlamenterê HDP: Kurd vê carê dikarin bi şert dengê xwe bidin AKP

Belav bike

 

Li ser bersiva pirseke Rûdawê, ka vê carê di hilbijartinên şaredariya Istanbulê de wê HDP dengê xwe bide kîjan partiyê, parlamenterê HDP Îmam Taşçier got:

“Kurdan di hilbijartinan de li metropolan berbijêrê xwe nîşan nedan. Bi vî awayî gelek şaredariyên bajarên mezin ji destê AKPê derketin. Kurdan bi AKPê da windakirin. Ji ber vê yekê jî tu partî êdî nikare bi serê xwe di hilbijartina bajarekî de bi ser bikeve. Enqere, Antalya, Edene, Mêrsîn, Îzmîr û Stenbol… Bi taybetî jî ger dixwazî li Stenbolê bi ser bikevî, tu neçarî dengê kurdan wergirî. Kîjan partî ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gav bavêje kurd wê dengê xwe bidin wê partiyê. Ger AKP gavan bavêje wê bide AKPê. Ger AKP gavan navêje, CHP bi awayeke jidil nêzîkî kurdan bibe wê çaxê wê dengê xwe bidin CHPê. Li Stenbolê HDP ji milyonek û 100 hezarî zêdetir dengê kurdan distîne. Her wiha ji bilî van dengan nêzî 300 hezar dengên AKP’ê yên kurdan hebû. Lê van hilbijêrên kurd di 31’ê adarê de dengê xwe nedan AKPê. Çima dengê xwe nedan AKPê? Ji ber zimanê AKPê gelek xirab bû. Zimanê AKPê dilê kurdan êşand. Kurd aciz kirin. AKPê li vir, li Rojavayê Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê polîtîkayên gelek xirap li hemberî kurdan meşand. Di encama van polîtîkayên xelet de kurd ji AKPê dûr ketin. Lê neçûn dengê xwe nedan CHP’ê jî. Lewra sicîla CHPê ya li hemberî kurdan jî nepaqij e. Ji ber vê yekê jî kurd polîtîk in û dengê xwe dê li gorî berjewendiyên xwe bidin. Yanî dê bi awayeke pragmatîst deng bidin…”