Serrûpel Nûçe 5 Kandîdên posta serokê Kurdistanê eşkere bûn

5 Kandîdên posta serokê Kurdistanê eşkere bûn

Belav bike

Ew kandînên ku navê wan nayê qebûlkirin, dikarin di nava 2 rojan de, li dadgeha temyîzê li dij derkevin, piştre di nava 2 rojan de, dadgeh navê wan yekalî dike, piştre desteya serokatiya parlamana Kurdistanê, di nava 3 rojan de, dema hilbijartina serokê herêma Kurdistanê destnîşan dike.

Ihtîmaleke mezin heye di dawiya vê hefteyê de serok were eşkerekirin.

Hilbijartina serokê herêmê li parlamanê bi şêweyekî eşkere dibe, pêwîste 56 parlamanter Erê bikin.

Kandîdên nû ev in:

  • Nêçîrvan Idrîs Barzanî
  • Omîd Ebdulselam Qadir
  • Mihemed Hemesalih Omer
  • Rêbwar Ezîz Mistefa
  • Hîwa Ebdullah Xidir