Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Sûriyê James Jeffery li Kogrêsa Emerîka axaftinek li ser Sûriyê pêşkêş kir û got, tu projeyeke wan siyasî bi HSD re tune ye, û hevpeymaniya wan tenê di warê şerê li dijî Daişê de ye.
Jeffery got, tu ejindeyeke wan ya siyasî ya hevbeş bi HSDê re tune ye, tenê ew li navçeya ku di bin kontrola wan a leşkerî û îdarî de ye, dimînin, ji ber vê yekê divê ew pêwendî werin parastin û di şer de piştgiriya wan were kirin.
Jeffrey eşekre kir ku îdareya Trump Sûriyê bicîh nahêle, lê ewê taktîka xwe ya leşkerî li Sûriyê biguherînin.