Kompanya WarnerMedia ku lîsansa CNN Turk daye, ragihand, ji ber ku wê kanalê bêalîbûna xwe ji dest daye û piştgiriya AKP û hikûmeta Tirkiyê dike, wê nikaribe bi navê CNN kar bike.
Li gir nûçeyeke Financial Times, ji ber ku CNN Turk ne girêdayî wê peymanê ye ku hatibû îmzekirin, wê ew nav jê were standin.
Kompanya Warner Time, ji CNN Turk xwestibû ku di hilbijartinên 31 adarê de li Tirkiyê piştgiriya aliyekî neke, lê piştgiriya AKP kir.
Aliyên opozîyyonê jî li Tirkiyê li cem wê kompanyayê gilî kirine ku CNN Turk piştgiriya AKP dike.