Serrûpel Nûçe Biro: Divê li rojavayê Kurdistanê hilbijartin çêbibin û xelk rêveberên xwe hilbijêre

Biro: Divê li rojavayê Kurdistanê hilbijartin çêbibin û xelk rêveberên xwe hilbijêre

Belav bike

Li ser destpêşxeriya Fransayê ya nêçîkirina di navbera ENKS û PYDê de, endamê Komîta Pêwendiyên Derve ya ENKS Îbrahîm Biro got: Heta niha ti gav nehatina avêtin û tenê hinek hevdîtin çêbûne.

Biro got, ENKS û PYD li ser wê destpêşxeriyê erê kirine, lê tevî wê yekê jî hîn PYDê tu gav ji bo avakirina baweriyê neavêtiye. “Lihevkirin tenê bi gotinan çênabe, heta niha girtin, dersînorkirin û koçberkirin ji aliyê PYD ve tê kirin, zêdetirî 800 hezar kes ji herêmên Kurdî koçber bûne û piraniya wan ji dest kiriyarên PYDê koçber bûne.

endamê Komîta Pêwendiyên Derve ya ENKS Îbrahîm Biro got: Divê PYD gavên pratîkî bavêje û xelk vegere û di pêşerojê de hilbijartin ji bo birêvebirina vê herêmê çêbibin.