Serrûpel Nûçe Li Duhokê çend kesan polîsekî trafîkê xistin dikanekê û îşkence kirin

Li Duhokê çend kesan polîsekî trafîkê xistin dikanekê û îşkence kirin

Belav bike

Duh bi şev saat 21.00 li navenda bajarê Duhokê, çend kesan êrîşî polîsekî trafîkê kirin, ew xistin dikanekê û îşkence kirin. Ew bi giranî birîndar kirin.

Biryara girtina wan kesan derketiye, lê heta amadekirina vê nûçeyê ew nehatine girtin û malbata wan kesan dixwazin bi riya eşaîrî pirsgirêkê çareser bikin, lê xwediyên polîs jî dibêjin bi riya dadgehê ewê mafê xwe bistînin.