Nêçîrvan Barzanî, îro saat 11.37, li Parlamana Kurdistanê bi dengdanê, ji 81 dengê parlamanterên amade ku deng dan, 68 deng anîn.
Nêçîrvan Barzanî kî ye?
– 21ê Îlona 1966 ji dayîk bûye
– Kurê mezin yê Idrîs Barzanî ye, neviyê Mistefa Barzanî ye.
– Sala 1975ê ligel malbata xwe koçberî Îranê bûye
– 1989 bûye endamê Polîtburoya PDK
– Bi awayekî aktîv beşdarî raperîna 1991 bûye
– Sala 1996ê bûye cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê
– Sala 1999ê bûye serokwezîrê Kabîneya Çarem a Herêma Kurdistanê
– 2006 serokwezîrê Kabîneya Pêncem a Herêma Kurdistanê Kabîneya Yekgirtî
– Sala 2012ê wek serokwezîrê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin
– Sala 2014ê bû serokwezîrê Kabîneya Heştem a Herêma Kurdistanê
– Di 13 mîn Kongreya PDKê de wek cîgirê serokê PDKê hat hilbijartin
– Kanûna 2018ê bo posta Serokatiya Herêma Kurdistanê hat berbijêrkirin
– Roja 28.05.2019 bû serokê herêma Kurdistanê