Di daxuyaniyekê de KCK (PKK) serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîroz kir û hêviya serkeftinê jêre xwest.
KCK ji Barzanî hêvî dike ku “ku Birêz Nêçîrvan Barzanî erkê dikeve ser milê xwe bi cih bîne, ji bo pêkhatina jiyana azad û demokratîk rola xwe bilîze û di demê serokatiya xwe der serkeftinê bîne.”
Her wiha di daxuyaniya KCK de hatiye: “Erkeke dîrokî ya parastina yekîtiya netewî ya hem li Başûrê û hem jî li tevahiya Kurdistanê ya Serokê Federasyona Başûrê Kurdistanê heye. Serokê Federasyona Kurdistanê di serî de Tirkiye hemû hêzên li dijî azadî û yekîtiya Kurdan, berpisyartiya nûnertiya îradeya jiyana azad a Kurdan heye. Rastiya têkoşîna ku li çar parçeyên Kurdistanê derxistî holê û bi vê zanebûnê em bawerin ku wê rolê xwe pêk bîne. Nêçîrvan Barzanî xwedî wê asteyê ku dikare vê rola xwe pêk bîne…”