Serrûpel Nûçe Îbrahîm Biro: Kesên ku ji Partiya Yekîtî cuda bûne ketine bin tesîra...

Îbrahîm Biro: Kesên ku ji Partiya Yekîtî cuda bûne ketine bin tesîra Îstîxbarata PKK

Belav bike

Endamê polîtbîroya Partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriye Îbrahîm Biro di daxuyaniyeke xwe de ji bo televîzyona Rûdaw got, kesên ku ji Partiya Yekîtî Kurdistanî cuda bûne, ketine bin tesîra îstîxbarata PKK.

Ebdulbaqî Yusuf, Ebdulsemed Xelef Biro û Hesen Salih li Qamişlo konferansek çêkirin û cudabûna xwe ji Yekîtî ragihand. Ew jî dibêjin ji ber helwestên Yekîtî yên lawaz li hemberî Efrînê ew cuda bûne.