Belavkirina wê vîdyoya daweteke malbateke Efrînê li Almanya ku li ser strana (Anê Efrîn birin) hinek direqisîn, bû sedema diltengiya hinek dostan, hinek dost bi me re ketin pêwendiyê û gotin ku hemû Efrînê ne ewin ku di dawetan de li ber êşa Efrînê bireqisin, ji xwe me jî negotibû hemû Efrînî, me hestên wan dostan û kesên ku êşiyane li ber çavan girt û ew vîdyo ji sîstemê derxist.
Bi hêviya ku Kurdên me, ne tenê li Ewropa, lê hemû derê xwedî li Efrînê derkevin û bi êşa xelkê wê bihesin.
Hinek kesan ku salê carekê Efrîn nayê bîra wan, kommentên SÛQÎ li bin nûçeyê nivîsandin, me bersiva wan neda.
(AVESTA)