Serok Mesûd Barzanî bi peyamekê cejna Remezanê li hemû misilmanên Kurdistan û cîhanê pîroz kir.
Serok Barzanî di peyama cejnê de dibêje:
“Ez bi helkefta hatina cejna Remezana pîroz, germtirîn pîrozbahî pêşkêşî misilmanên cîhanê bi taybet misilmanên Kurdistan û Iraqê dikim. Her wiha pîrozbahiyeke germ pêşkêşî malbatên serbilind yên şehîdan û pêşmergeyên qehreman yên Kurdistanê û tevahiya karmendên dezgehên ewlehiyê yên Kurdistanê dikim…
Ez ji Xwedayê mezin daxwaz dikim rojî û îbadetên meha pîroz ya Remezanê ji hemû misilmanan qebûl bike û ev cejn bibe wesîleya xilasbûna nexweşî û wêrankarî û vegera aramiyê bo tevahiya mirovahiyê.”