Serrûpel Nûçe FLAŞ… Qadir Hacî Elî ji Gorran cuda dibe û ji xwe re...

FLAŞ… Qadir Hacî Elî ji Gorran cuda dibe û ji xwe re partiyekê ava dike

Belav bike

Jêdereke taybet ji Avesta re ragihand ku serkirdeyê tevgera Gorran Qadir Hacî Elî amadekariya avakirina partiyekê dike.

Li gor jêderên Qadir Hacî Elî û çend serkirdeyên din ji Gorran aciz bûne û dibêjin Gorran ketine destê binemala Newşîrwan Mistefa û tiştek di destê wan de nemaye.

Qadir Hacî Elî yek ji wan kesan bû ku xwe amade kiribû piştî wefata Newşîrwan Mistefa cihê wî bigire.

Newşîrwan Mistefa roja 19.05.2017 li Silêmanî di 72 saliya xwe de wefat kiribû û li Girdê Zergete hate veşartin, ji ber ku li wir wî tevgera Gorran ava kiribû.