Serrûpel Nûçe Selahedîn Demîrtaş serbest tê berdan?

Selahedîn Demîrtaş serbest tê berdan?

Belav bike

Hevserokê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Sezaî Temellî li ser berdana Selahedîn Demîrtaş dibêje, eger Demîrtaş were berdan jî beriya hilbijartinên Stenbolê nayê berdan.

Ev çend roj in tê gotin ku Selahedîn Demîrtaş, ku ji payîza 2016 ve di girtîgehê de ye, dê di nav çend rojên bê de were berdan.

Hevserokê HDPê Sezaî Temellî li ser vê mijarê ji televîzyona K24 re gotiye, ew nûçe û agahî hemû derew in ji ber ku Demîrtaş di dosyayekî de hatiye mehkûmkirin û fermana girtina wî jî hatiye pesendkirin, ji ber wê jî wisa zû nayê berdan.

Sezaî Temellî her wiha amaje bi yekê jî kiriye ku ew nûçe û raport ji aliyê medyaya AKPê ve tên belavkirin, qesta wan jî ew e ku bandorê li ser kurdan bikin û dengên wan bikşînin aliyê xwe.

Bi gotina hevserokê HDPê, eger Demîrtaş were berdan jî beriya hilbijartinên Stenbolê yên 23 vê mehê nayê berdan.

Selahedîn Demîrtaş, ku zêdetirî 2 sal û nîvê ye di girtîgehê de ye, di dosyayekî de bi 4 sal û 8 meh cezayê zîndanê hatiye mehkûmkirin û hukma wî jî hatiye pesendkirin, vêca eger fermana berdana wî jî were dayîn divê herî kêm 2 salên din jî di girtîgehê de bimîne.

Beriya niha rojnamevanekî kurd bi navê Nevzat Bîngol gotibû, dibe ku hikûmeta AKPê ji ber hilbijartinên Stenbolê roja sêşemê (îro) Demîrtaş berde.

Wî rojnamevanî her wiha gotibû, lê eger AKP rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan jî berde êdî nikare bandorê li dengên kurdan bike.

Biryar e îro rûniştineka din ya dadgeha Demîrtaş were lidarxistin. Basnews