Serrûpel Nûçe Donald Trump jineke Kurd dike sefîra Emerîka li Bulgaristanê

Donald Trump jineke Kurd dike sefîra Emerîka li Bulgaristanê

Belav bike

Hêro Ebdulqadir Heme Emîn (Hêro Mistefa) jineke Kurd e, Emerîkî ye. Ji başûrê Kurdistanê ye.

Ew di sala 1973 li Hewlêrê ji dayîk bû ye û keça rojnamevan Ebdulqadir Heme Emîn e.

Dema ku ew zarok bû malbata wî koçberî Emerîka bûbû, ew derçûya zankoya Briston e, di sala 1999 de di wezareta derve ya Emerîka de dest bi kar kiriye, piştre li bûye rawêjkara wezareta derve ji bo karûbarên Efganistanê.

Ew ji xeynî bi zimanê dayîkî kurdî, her wiha bi zimanên erebî, tirkî, inglîzî Yunanî jî dizane.

Serokê Emerîka Donald Trump biryar daye Hêro Mistefa bike sefîra Emerîka li Bulgaristanê, li benda biryara Kongrês e.