Serokê Asayîşa Parêzgeha Silêmanî Berzan Hamid ragihand dezgehên sivîl li Silêmanî yên girêdayî PKK ku di bin navê karên sivîl de kar dikin, kesên kêmî 18 salî perwerde dikin û wan dibin Qendîlêû wan çekdar dikin.
Hamid ji bav û dayîkên wan zarokan daxwaz kir dema ku bi tiştekî wiha hesiyan yekser dezgehên asayîşê agahdar bikin.
Berpirsên asayîşa Silêmanî PKK û dezgehên wê hişyar kir ku êdî bi karekî wiha xeter ranebin.