Serrûpel Nûçe Bi sûcê şewtandina zeviyên xelkê û avakirina grûpên terorîst hate cezakirin

Bi sûcê şewtandina zeviyên xelkê û avakirina grûpên terorîst hate cezakirin

Belav bike

Peyamnêrê televîzyona hikûmeta Sûriyê El Exbariye, Mihemed El Sexîr, ji aliyê dadgeha Gel ve li Qamişlo bi 2 salan zindan, bi sûcê şewtandina zeviyên xelkê û avakirina grûpên terorîstyên Daişê li Reqa hate cezakirin.

Ew ji bo zindana Alaya hate şandin.

El Sexîr bi xwe ji Reqa ye û roja 4 vê mehê (hezîran) li ser riya Qamişlo-Heseke hatibû girtin.