Serrûpel Nûçe Donald Trump: Min ji Erdogan re got êrîşî Kurdên Sûriye neke

Donald Trump: Min ji Erdogan re got êrîşî Kurdên Sûriye neke

Belav bike

Serokê Amerîka Donald Trump ragihand, Tirkiyê xwe ji bo jinavbirina Kurdên Sûriyê amade dikir, lê Amerîka rê li ber Tirkiyê girt.

Donald Trump got, Tirkiyê 65 hezar leşker li ser sînorê Sûriyê amade kirbû, ji bo ku êrîşî Kurdan bike, lê Amerîka rê neda ku ew êrîşî pêk were.

Bi gotina Trump, Kurd hevalbendekî serekî yên Amerîka bûn di şerê DAIŞê de, lewma ew rê nadin ku êrîş bi ser wan were kirin.