Serrûpel Nûçe Murad Ciwan bersiveke tund da kesên ku dibêjin ew berpirsê ajansa “AA...

Murad Ciwan bersiveke tund da kesên ku dibêjin ew berpirsê ajansa “AA Kurdî” ye

Belav bike

“ANADOLU AJANSI” Û EZ(!)

Dostê qedirgirtî Fadil Özçelik berî ku nivîsand dikaribû bipirsiya, min ê jê re bigotaya ku ne rast e û tu peywendiya min bi Anadolu Ajansiyê ve tuneye. Kê jê re gotiye bira bi mêrxasî/ciwanikî derkeve tanê bi belgeyekê jî îsbat bike ku peywendiyeka min bi AA’yê ve heye, ez eniya wî/wê maçî bikim, Eger na, ew bêşereftirîn û bêheysiyettirînê ser ruyê erdê ye.

Ez qet guh nadim kesên ku bi nasnameya xwe ya eşkere newêrin derkevin û li ruyê meriv bi belge îdîayên xwe pêşber bikin. Gelek caran kesên wiha xwe Kurdên welatperwerên tûj nîşan didin, lê ew di pêşa dijminê gelê kurd de rûniştî ne, wazîfa wan ew e ku ew xebatkarên di xizmeta milletê Kurd de qirêj bikin, leke bavêjin ser wan, ava ser tevgera gelê Kurd şolî bikin.

Lê ya bi min dijwar tê, gelek caran heval, dost û nasên nêzîk jî bêyî ku xebata meriv a siyasî, edebî û lêkolerî ya nîvqirnî li ber çavan bigirin, heta bêyî ku bingehê meselê ji meriv bipirsin karin asankariyê bidin riya dezînformasyonên wiha. Heyf!

Bi vê minasebetê ez ji bo raya giştî ya gelê Kurd diyar dikim ku ji bilî xebatkarî û lêkoleriya min a eşkere ya li ser ziman, edebiyat û dîroka Kurdan û nivîskariya min a meqaleyên li ser rewşa aktuel a Kurdan û Kurdistanê tu xebatên min ên rêxistinî yan şexsî yên ne eşkere ne jî sirrî hene, ne jî dewleta Herêma Kurdistanê jî di nav de bi tu dewletê re û bi tu dezgeyên wan re têkiliyên min ên eşkere û veşartî hene.

Diyar e, jî bo ku min van rojan got ez kirîna roketên S 400’an ji bal Tirkiyeyê şaş dibînim, loma ev dezînformasyona kevn a gemarî ya genîbûyî careka din tê derxistin bazarê.

Ez zanim ez çi dibêjim. Kirîna S 400 yan Patriotan tu tehdîdeka rasterast a eskerî nayne ser têkoşîna gelê Kurd a her çar parçeyan. Ev çekên parastinê ( ne êrîşê) ên global ên stratejîk in û li hember tehdîda êrîşên devletan ên muhtemel tên danîn. Lê ji alî sîyasî ve karin mewqifên dewletan ên stratejîk biguherin.

Bi dîtina min ji alî têkoşîna gelê kurd a ji bo azadiyê jî, bikêrtir û baştir e ku Tirkiye ji Ewropayê, ji NATO’yê û ji kampa Rojava a demokrasiyê veneqete, ber bi dinyaya ne demokratîk û hiqûqnenas ve neçe. Rusya cîrana Tirkiyeyê ye, baş e ku peywendiyên aborî, sîyasî û kulturî yên cîrantiyê bi Rusyayê re hebin û divê hebin jî… Lê ez baş nabînim ku Tirkiye ji Rojava veqete û bi Rusyayê ve bê girêdan. Ev ê riya têkoşîna gelê Kurd gelek dijwartir bike, astengên nuh derxe.

Mesele ew qas basît û zelal e, bira girêza kêfxweşiyê ji devê dezînformatoran neherike, hewlên wan bêfeyde ne.

Dîtin, tez û xebatên min ên li ser ziman, edebiyat û dîroka Kurdan û yên li ser rewşa aktuel a Kurd û Kurdistanê li meydanê ne, eger ew camêr û ciwanik in bira eşkere rexne bikin, hewlên bi fisgenîtî û kuşpenetiyê bêencam in.