Berdevkê hikûmeta herêma Kurdistanê ragehand, PKK rê ji bo destwerdanên derve bo herêma Kurdistanê xweş dike. Herwaha got, Iraqê rê daye Tirkiyê ku li dijî PKKê bikeve nav axa herêma Kurdistanê.
Berdevkê hikûmeta herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, behsa bombebaranên Tirkiyê kir û ragehand: ‘’Ew tişta her hebûye, lê dema dawiyê zêde bûye. Ew jî ji ber tevgera çekdarên PKKê yên li navçeyên sînorî ku hewldane zêdetir xwe li karûbarên herêmê têkel bikin, li hin cîh jî wek bedîl ango alternatif xwestin reftar bikin. Bo nimûme li Şingal û Xaneqîn û hin navçeyên Germiyanê û bi wê jî ne rawestan grubekî çekdarî ava kirine. Di rastiyê de hebûna wan çekdaran ji salên 1980ê ve heta naha her pirsgirêkbûye û bûne bela ji bo xelkê wan deveran. Bûne sedem bi sedan gundên neyên ava kirin. lê xelkê wan gundan dixwazin gundên wan bên ava kirin û lê aliyeke din ji ber hebûna wan çekdaran tên wan gundan bombebaran dike. Ji ber wê ew karê ku PKK dike bi ti awayekî ne di berjewendiya gelê Kurdistanê de ye.’’
Herwaha got, tiştekî ne mantiqî ye ku welatekî xwedî serwerî rê bide ku hêzeke çekdar a welateke din axa wê bikarbîne bo êrîşa ser welatekî cîran. Piştre jî rojek piştî wê di çapemeniyê de belav bikin ku çawa êrîş kirine ser filan cîh û çiqas ziyan daye wî welatî. Ti welatek wê yekê qebûl nake û bo herêma Kurdistanê jî rewşeke pir zihmete. Herwaha Dizeyî behsa hêzên opozîsyona Îranê yên li herêma Kurdistanê kir û got: ‘’Hêzên opozîsyona Îranê heta astekî guhdar dikirin û rewşa herêma Kurdistanê li berçav digirtin, lê wan jî vê dawiyê hin karên ne rewa kirin û êrîş kirin ser axa Îranê û ev jî nayê qebûl kirin. PKK jî wisa dizane ew reftarane di berjewendiya doza gelê kurd de ye, lê berevajî wê ziyanên mezin gehandiye xelkên wan navçeyane. Hikûmeta Iraqê jî li hember vê helwêst nîşan daye, lê dibe ku ji aliyê kiryarî ve hêza wê nebe pêngavekî bavêje. Ev karê ku PKK dike nayê qebûl kirin û ne mantiqî ne û wijdan jî qebûl nake.’’
Sefîn Dizeyî got, ti kesek nikare rêgirî li xelkê bike ku neçin nav zevî û mulk û malên xwe, ‘’Eger rêgir bin, wê demê ti cudayiyek wan namîne li gel hikûmeta Iraqê ya pêştir a Beis, ku rê li xelkê digirtin û nedihêlan biçin ser cîhên xwe û Kurdistanê qirkirin û guhertina demografîk pêkdianîn û naha ew jî heman siyasetê peyrew dikin.’’
Dizeyî got: ‘’Dema şerê Îran û Iraqê di salên 1980ê de hebû, hikûmeta Iraqê rê dabû Tirkiyê ku dikare 20 kîlometreyan bikeve axa Iraqê û li PKKê bide. Ji ber wê PKK rê xweşkerê serekî ye bo ku destwerdan li herêma Kurdistanê hebe. Pêwîste PKK rêya guftûgo û aştiyê bigre berxwe bo çareseriya pirsgirêkan. Bas