Serrûpel Nûçe FOTO – Endamê Konseya serokatiya KCK (PKK) Diyar Xerîb bi serbestî diçû...

FOTO – Endamê Konseya serokatiya KCK (PKK) Diyar Xerîb bi serbestî diçû Tirkiyê

Belav bike

Piştî ku Konse ya Serokatîya Koma Civakên Kurdistan (KCK)ê can ji destdan a Dîyar Xerîb, endmê Konse ya Serokatîya KCK û dû gerîlayên PKK ragehand. Alîgirên PKKyê di mêdya û torên civakî de dest bi hêrişan kirîne li ser Partîya Demokrata Kurdistanê(PDK) û PDKyê tuhemtbar dikin bi sîxûrîkirin li ser berpirsên xwe.

Hevdîtin di navbera Dîyar Xerîb û Osman Baydemîr li Dîyarbekir

Lê gor çend wêneyan xuya dibe ku berê Dîyar Xerîb serdana Tirkiyê û bakûra Kurdistanê kirîye û bi azadî di nav wî welatî de hatûçûn kirîye û dîdar û civîn li gel Osman Baydemîr, şaredarê berê yê Dîyabekirê û berpirsên din encam daye û di nav bajêrî jî hatûçûn kirîye.

Dîdara Dîyar Xerîb û Mehemed Ocalan li gundê Amara li Bakura Kurdistanê

Di wêneyekê de Dîyar Xerîb, endamê Konse ya serokatî ya KCKyê li gel Mehemed Ocelan, birayê Ebdûllah Ocalan, rêberê zîndankirî yê PKK û hevjîna wî li gundê Amara xuya dibe û serdana wan kirîye li bakûra Kurdistanê û bi hev re danûstandin kirîne.

Li gor evan wêneyan be, Dîyar Xerîb bi azadî çûye Turkîya û desthilatdarên wî welatî haydarê wê serdanê bûne. Çavdêreke karûbarê Tirkiyê jî bi Kurdistan 24 re got: Di reweşeke weha de ku berpirseke PKKyê bi azadî li Tirkiyê hatûçûnê bike, tevaya zanyarîyan li ber destên dezgehên ewlekarî û artêşa wî welatî hebûye û pêdivî bi wê yekê nebûye kes sîxûrîyê li ser wî bike û dewlet bi xwe haydarê wî bûye.

Berê jî li ser can ji destdana wî berpirsê PKK û dû gerîlayên wê, ajansa Anadol a fermî ya hikumeta Tirkiyê ragehandibû, Dezgeha Hewlgirîya Tirkiyê (MÎT ) û Artêşa Tirkiyê li 27 meha buhirî li Qendîlê operasyonek bo ser baregeha navneda PKKyê encam dabû û ji encmada, Dîyar Xerîb, endamê Konseya KCK hate kuştin.

Herçende ajansa Andolê ragehandibû ku di hêrişa 27ê meha buhirîde de, ew serkirdeyê PKK kirîne armanc, lê KCKyê di daxuyanî ya  xwe de amaje bi wê yekê kirîye ku li roja 5 evê mehê, anku roja Heyînî ya buhirî Dîyar Xerîb û dû gerîlayên PKKyê bi navên Dervan û Şahîn ber hêrişên asmanîyên Tirkiyê kevtine û canê xwe ji dest dane.

Dîyar Xerîb Mehemed, nsayayî bi Dîyar, li sala 1973yê li devera Qeredax ji dayîk bûye, kolîca Zanist, pişka Fîzyayê temam kirîye, li sala 1992yê peywendî bi PKKyî kirîye, li sala 2008 bûye serokê Partîya Çaresera Demokrata Kurdistan (PÇDK), endamê Konseya KCK bû. (K24)