Rêvebirê Giştî yê Polîsên Hewlêrê Ebdilxaliq Telhet ragihand, ji ber şewitandina pirtûkxaneyekê Nivîskar Ferhad Pîrbal hat girtin.
Îro serê sibê, nivîskar Ferhad Pîrbal vîdyoyek belav kir, tê de pirtûkxaneya “Mala Wefayî” dişewitîne.
Xwediyê pirtûkxaneyê got nêzîkî 5 hezar pirtûk hatin şewitandin.
Berdevkê polîsên Hewlêrê Hogir Ezîz got, polîsa Hewlêrê li ser giliyê xwediyê pirtûkxaneyê, Ferhad Pîrbal girt.