Civîna yekem ya hikûmeta Kurdistanê roja 15.07.2019, bi serolatiya serokwezîr Mesrûr Barzanî çêbû.
Di civînê de çend biryarên girîng hatine standin.
Yekem: Tevahiya wezîran û xwedî postên bilind divê bi dewama fermî ya wezaretên xwe pabend bin, ji destpêka dewama rojên Yekşemê û ta dawiya dewama fermî ya roja Pêncşemê.
Duyem: Tevahiya karmandên Hikûmeta Herêmê divê bi dema diyarkirî ya dewama fermî pabend bin û nabe ti kesek di dema dewama fermî de cihê xwe bihêle, yan karekî din li derveyî erkên xwe bike.
Sêyem: Karmend divê pabend bin bi parastina nehêniyên karûbarê dezgehên xwe û nabe zanyariyên ku bi nehênî hatine hilgirtin, li derveyî rêyên yasayî bên aşkerekirin.
Çarem: Divê rotîn di dam û dezgehên hikûmetê nemîne û tevahiya dosyên welatiyan bi awayekî bilez û hûr ji aliyê karmendan ve bê cibicîkirin. Herwiha bersivdayîna gilî û pirsên welatiyan bi awayekî bilez û guncaw bidin, erkê dam û dezgehên hikûmetê ye û divê bersiv ron û aşkere ji dosyên welatiyan re hebe û hokarê her derengxistinekê yan nedana razemendiyê bi ronî û aşkere be û pêwîst e di hemû dam û dezgehên hikûmetê de rêz li welatiyan bê girtin.
Pêncem: Diyardeya bertîl û wergirtina bertîlan di nava dam û dezgehên hikûmetê de hest pê tê kirin, ji ber wê nehîştina vê diyardeyê dibe yek ji karên pêşîne yên wezîr û berbirsên bilind ên Hikûmeta Herêmê û ev babet bi ti awayekî çav lê nayê girtin û serpêçkar jî bi tundî tê sizadan.