Serrûpel Nûçe Heşda Şebî petrolê bi qaçaxî difroşe hikûmeta Sûriyê

Heşda Şebî petrolê bi qaçaxî difroşe hikûmeta Sûriyê

Belav bike

Rojnameya El Weten ya nêzîkî Şamê di nûçeyeke xwe de ragihand ku Heşda Şebî ji Îraqê petrolê ji hikûmeta Sûriyê re dişîne.

Rojname radigihîne ku ew petrol di sînorê Bo Kemal re bi qaçaxî bi riya tankêran derbasî Sûriyê dibe.
El Weten di nûçeya xwe de diyar dike ku ew petrola Qaçax ku Heşda Şebî derbasî Sûriyê dike, ji bo refînerên Banyas û Humusê tê şandin.
Rojnameya El Erebî El Cedîd jî ku ji Londonê weşandê dike, ragihand ku qaçaxcîrita petrolê di navbera Sûriyê û Îraqê de gelekî zêde bûye.

Ji ber ku ambargo li ser Sûriyê heye, nabe ji derve petrol derbasî Sûriyê bibe û Emerîka wan aliyan ceza dike ku bi qaçaxî petrolê difroşin hikûmeta Şamê.