Serrûpel Nûçe Antî-Terora Kurdistanê li tewanbarê êrîşa Hewlêrê Siyako digere

Antî-Terora Kurdistanê li tewanbarê êrîşa Hewlêrê Siyako digere

Belav bike

Antî-Terora Kurdistanê derbarê tohmetbarekî din ê xwaringeha Hewlêrê de daxuyaniyek belav kir.

Di wê daxuyaniyê da daxwaz ji hemwelatiyan hatiye kirin, her çi zanyarî di derbarê wî tohmetbarî de li ber destên wan hebin bidin hêzên asayîşê.

Antî-Terora Kurdistanê eşkere dike ku tohmetbarê bi navê Siyako Baqî Ebdulkerîm jî beşdarî wê êrîşa terorîstî ya roja 17.07.2019 ya Hewlêrê bûye ku tê de karmendekî Konsolxaneya Tirkiyê û 2 hemwelatiyên Kurd hatibûn kuştin.”