Serrûpel Nûçe Osî: Emerîka û Tirkiyê li ser rojhilatê Firatê li hev kirine û...

Osî: Emerîka û Tirkiyê li ser rojhilatê Firatê li hev kirine û HSD mecbûre qebûl bike

Belav bike

Parlamanterê Kurd li Şamê û serokî Însiyatîva Kurdî Omer Osî di hevpeyvîneke xwe de ligel rojnameya El Weten ya nêzîkî hikûmeta Sûriyê got, Emerîka û Tirkiyê li ser rojhilatê Firatê li hev kirine, lê eşkere nakin.

Her wiha got, wê Emerîka, HSD mecbûr bike ku wê projeyê qebûl bike.

Omer Osî diyar kir, ihtîmaleke mezin heye Tirkiyê li rojhilatê Firatê sînor derbas bike û Emerîka jî izin daye, ewê ji Minbic û Kobanî dest pê bike heta bi Serê Kaniyê û derdora wê.