Serrûpel Nûçe Tirkiyê guh nade Emerîka: Emê bi tenê “Herêma Aram” ava bikin

Tirkiyê guh nade Emerîka: Emê bi tenê “Herêma Aram” ava bikin

Belav bike

Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê Hami Aksoy ragihand, eger ew bi Amerîka re li ser pirsa avakirina “Herêma Aram” li Sûriyê li hev nekin wê demê ewê bi tena serê xwe wê herêmê ava bikin.

Aksoy îro roja înê 02- 08- 2019an aşkere kir ku wê şandeke leşkerî ya Amerîka roja şemiyê serdana Tirkiyê bike û li ser mijara pêkanîna Herêma Aram li bakurê Sûriyê bi rayedarên wan ra gotûbêjan bike.

Berî niha parlamanterê Kurd li Şamê Omer Osî gotibû ku Emerîka û Tirkiyê li ser avakirina Herêma Aram li hev kirine, lê eşkere nakin.

Her wiha gotibû HSD jî neçare wê li hev kirinê qebûl bike.