Serrûpel Nûçe Erdogan; Êdî sebra me nema emê derbasî Rojhilatê Firatê bibin

Erdogan; Êdî sebra me nema emê derbasî Rojhilatê Firatê bibin

Belav bike
Serokomarê Tirkiyê dîsa tehdîd kir û got ewê derbasî rojhilatê Firatê bibin.

Receb Teyib Erdogan got, wî hem Rûsya, hem jî Emerîka agahdar kiriye ku ewê derbasî rojhilatê Firatê bibin.

Erdogan got, kesen nikare rê li ber wan bigire, çawa ew derbasî Efrîn, Cerablusê û Babê bûn, her wiha ewê derbasî rojhilatê Firatê jî bibin.

Serokomarê Tirkiyê îro li bajarê Çanakale di axaftineke xwe de got, sînorek ji sebra wan re heye, ew nikarin heta heta sebir bikin.