Serrûpel Nûçe ENKS piştî Mosko vê heftê jî diçe Emerîka û ligel wezareta derve...

ENKS piştî Mosko vê heftê jî diçe Emerîka û ligel wezareta derve dicive

Belav bike

Şandeke Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) seredana Mosko kir û ligel cîgirê wezîrê derve yê Rûsya Mikhail Bogdanov civiya.

Serokê Komîtya Peywendyên Derve ya ENKS, Kamîran Haco, eşkere kir ku ewê vê heftê seredana Emerîka bikin û li avahîya Wezareta Derve ya Emerîka pirsên avakirina Devera Aram li rojhilatê, Komîteya Destûra Suiyê, çalakkirina proseya siyasî li sûriyê û rewşa giştî ya rojavayê Kurdistanê û Suriyê ligel Wezareta derve ya Emerîka gotûbêj bikin.

Di şanda Mosko de, Kamîran Haco, Îbrahîm Biro û Dr. Îsmaîl Essaf amade bûn.