Serrûpel Nûçe Raperekî ji Gana bi kurdî Hip Hop çêdike û sola Şerîfo di...

Raperekî ji Gana bi kurdî Hip Hop çêdike û sola Şerîfo di pencerê re davêje (Vîdyo)

Belav bike

Xortê reşik ê Afrîkî Tululu ku muzîka rapê çêdike, herî dawî straneke xwe ya Kurdî – Almanî gotiye bi hezkarên xwe re parve kir.

Jokah Tululu, di vîdyoklîba xwe ya li ser YouTubeyê weşandiye de, rastî eleqeyeke mezin a guhdar û temaşevanan tê.

Vîdyoya Tululu heta niha ji aliyê bêhtirî 216 hezar kesan ve hatiye guhdarîkirin.

 

Ev xortê reşik ku bi Kurdî muzîka Rapê çêdike û Kurdî bi dinyayê dide nasîn, ji ciwanên Kurd ên bi muzîkên biyanî hunerê dikin dibe mînakeke gelekî girîng ku pêwîste ev helwesta wî ya hêja bandorê li ser wan bike.

Em hêvîdarin helwesta hunerî ya vî xortê reşik ku bi Kurdî distre, ji bo ciwanên Kurd jî bibe mînak û zimanê Kurdî di qada muzîkê de li cîhanê belav bikin.

Fenomenê medya civakî yê ji welatî Afrîkî Ganayê Jokah Tululu ku li bajarê Hamburg ê Almanyayê dijî, bi muzîka rapê û gotinên Kurdî dengê Kurdî bi dinyayê dide hisîn. (PeyamaKurd)

WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com