Di hevpeyvînekê de ligel rojnameya almanî, Bild am Sonntag wezîrê Navxwe yê Almanya Horst Seehofer, ragihand, yek ji sedemên sereke ku Almaniya mafê penaberiyê daye koçberên Sûrî ewe, ku ew nikarin vegerin welatê xwe û metirsî li ser jiyana wan heye.
Her wiha Seehofer dibêje, dema ku penaberên Sûrî bi serdan diçin welatê xwe ew yasaya serekî ya penaberiyê binpê dikin, ji ber vê yekê wî pêşniyar kirye, ku mafê rûniştinê ji wan were kişandin û ji bo Sûriyê werin vegerandin .
Wezîrê nevxwe yê Almanya Horst Seehofer bal kişand ser wê yekê, dema ku ew bizanibin penaberek çûye serdana welatê xwe ewê yekser li dijî wî dest bi lêkolînê bikin û eger isbat bû ku bi rastî çûye wê mafê xwe yê penaberiyê wenda bike.
Niha derdora 780 hezar koçberên Sûrî li Almaniya hene beşekî mezin ji wan Kurdên Rojavayê Kurdistanê ne.