Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murat Karayilan derbarê daxuyaniya serok Barzanî de, ku gotibû, nabe xwîna kurdan bi destê kurdan bê rijandin û em rê nadin vê yekê, ragihand, “gotinên birêz Barzanî giring in û em hêvî dikin di çaçroveya van gotinan de gavên pratîkî bêne avêtin û rê li metirsiyên heyî bê girtin.”
Murat Karayilan di daxuyaniyekê de li gel medyayeke nêzîkî PKKê, destnîşan kir, ku ew pêşwazî li daxuyaniya Serok Mesûd Barzanî ya ji bo yekîtiya navbera Kurdan û aliyên siyasî yên Kurdistanê dikin.
Karayilan got, banga Barzanî û bangên ku ji aliyê PKKê ve hatin dayîn, bû sedem ku alozî kêm bibin û got, pêwîst e ew daxuyanî tenê di asta gotinê de nemîne û bi awayekî pratîkî jî gav bêne avêtin.
Karayilan wiha got: “Bangên me û bangên Kak Mesûd tansiyona heyî kêm kir û divê gavên pratîkî jî bên avêtin ku gotinên tên gotin pêk werin. Niha di pratîkê de gavek nehatiye avêtin, lê em bi hêvî ne.”
Karayilan da xuyakirin: “Em gotinên Kak Mesûd Barzanî girîng dibînin, hêja ne. Di demeke wiha de ku dijmin li pey lîstikane, dixwaze di navbera hêzên Kurdan de pirsgirêk û krîzan biafirîne, gotinên Birêz Kak Mesûd Barzanî girîng in. Em jî tevlî gotinên wî dibin û silav dikin. Em hêvî dikin ku ev gotin tenê bi gotinê nemîne, metirsiyên heyî asteng bikin û gavên pratîkî li gorî wê bên avêtin.”
Serok Barzanî roja 12ê Tebaxê di daxuyaniyekê de li Balekayetiyê, nîgeranî û nerazîbûna xwe li hember topbaran û bombebarana navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Îran û Tirkiyê ve anîbû ziman û gotibû, “nabe xwîna Kurdan bi destê Kurdan were rijandin” û tekez kiribû, ku ji bo wê yekê ew di nava hewldanan de ne.
Endamê Komîteya Rêveber a PKKê herwiha amaje bi dûrxistina serokên şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê jî kir û diyar kir, desteserkirina şaredariyan û operasyonên qirkirina siyasî û tinekirina leşkerî di çarçoveya konseptekê de tên kirin.
Murat Karayilan, jikardûrxistina şaredarên Amed, Wan û Mêrdînê û danîna qeyûman li cihê wan, weke “binpêkirina exlaq, hiqûq û demokrasiyê” û di heman demê de weke “êrîşa li ser îrade, şeref û kerameta gelê Kurd” bi nav kir û got, “dive gelê Kurd xwedî li îrade û kerameta xwe derkeve.”
Karayilan, tifaqa navbera AKP- MHPê weke “Ergenekona li dijî îradeya gel” pênase kir û got, dûrxistina şaredaran êrîşeke plankirî ya herdu partiyên AKP û MHPê ye.
Karayilan got, “Xuya ye bi taybetî şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê hilbijartine. Ev yek ne tenê binpêkirina exlaq, hiqûq û demokrasiyê ye. Di heman demê de binpêkirina şeref, rûmet û îradeya gelê Kurd e. Êrîşeke cidî ye, nîşan dide ku pêla êrîşê û şer a li dijî gelê me tê kirin wê hîn bêperwa bibe.”
Wî serkirdeyê PKKê amaje bi dûrxistina şaredaran, operasyona girtinê ya li 29 parêzgehan û destpêkirina operasyoneke berfireh a leşkerî li 3 parêzgehên Wan, Şirnex û Colemêrgê kir û ew yek weke “planeke amadekirî” bi nav kir û got, “bi şerê dijî gelê Kurd re dixwazin hilbijartinên pêşwext pêk bînin.”
Weke amajeyekê bi AKP û MHPê, Karayilan diyar kir, “bi ihtimaleke mezin dixwazin di sala 2020’î de hilbijartineke pêşwext pêk bînin.”