Serrûpel Nûçe Mûzîkjenekî Efrînê li Almanya wefat kir

Mûzîkjenekî Efrînê li Almanya wefat kir

Belav bike

Muzîkjenê Kurd yê ji Efrînê Şeban Sebrî, li Almanya di encama nexweşiyekê de jiyana xwe ji dest da.

Şaban ji gundê Şêrxozê bû, di sala 1963 de ji dayîk bûbû.

Di sala 1980 de dest bi jenînan sazê kiribû. Ew li herêma Efrînê tembûrvanekî naskirî bû.

Wî ji gelek stranbêjan de li sazê da bû û çand û kultura Efrînê parastibû û pêşxistibû.

Piştî dagîrkirina Efrînê, ew jî weke bi hezaran kesan koçber bûbû û berê xwe dabû xerîbiyê li Almanya bi cî bûbû.

Duh roja 9 mehê, ji ber nexweşiya pençeşêrê, li Almanya bajarê Hagen çavên xwe heta dawiyê girtibû û jiyana xwe ji dest dabû.